S'iûdiyê hebûna hêzên xwe li Sûriyê red dike
Balyozxaneya S'iûdiyê li paytexta Tirkiyê - Enqere, di daxûyaniyekê de, hebûna Hêzên S'iûdiyê li Sûriyê red kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozxaneya S'iûdiyê li paytexta Tirkiyê - Enqere, di daxûyaniyekê de, hebûna Hêzên S'iûdiyê li Sûriyê red kir û ragihand, tu rastiya wan nûçeyên, ku hinek dezgehên medyayê di derbarê hebûna Hêzên S'iûdî li Sûriyê de belavkirin, nîn e.
Daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir ku, nûçeyên xwe ji jêderên bawerpêkirî veguhêzin.
Beriya çend rojan hejmarek dezgehên ragihandinê belav kiribû, ku hêzek Si'ûdiyê ji bo beşdarîkirin di şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya Hêzên Sûriya Demokrat, gihiştiye gundewarên Dêrazorê.
C.B