S'iûdiyê hebûna hêzên xwe li Sûriyê red dike

Balyozxaneya S'iûdiyê li paytexta Tirkiyê - Enqere, di daxûyaniyekê de, hebûna Hêzên S'iûdiyê li Sûriyê red kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya S'iûdiyê li paytexta Tirkiyê - Enqere, di daxûyaniyekê de, hebûna Hêzên S'iûdiyê li Sûriyê red kir û ragihand, tu rastiya wan nûçeyên, ku hinek dezgehên medyayê  di derbarê hebûna Hêzên S'iûdî li Sûriyê de belavkirin, nîn e.

Daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir ku, nûçeyên xwe ji jêderên bawerpêkirî veguhêzin.

Beriya çend rojan hejmarek dezgehên ragihandinê belav kiribû, ku hêzek Si'ûdiyê ji bo beşdarîkirin di şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya Hêzên Sûriya Demokrat, gihiştiye gundewarên Dêrazorê.

 

 

C.B