Serok Barzanî ligel Emîrê Kuweytê civiya

Di dawî westgeha xwe ya berî vegera Kurdistanê de, Serok Barzanî ligel Emîrê wî welatî, Şêx Sebah El-Ehmed civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dawî westgeha xwe ya berî vegera Kurdistanê de, Serok Barzanî ligel Emîrê wî welatî, Şêx Sebah El-Ehmed civiya.

Serok Barzanî û Emîrê Kuweytê pêşhateyên siyasî û guhertinên Iraq û navçeyê gengeşe kirin.

Di dirêjahiya seredana xwe de ji bo welatên Kendavê, Serok Mesûd Barzanî seredana Kuweytê kir û digel Emîrê wî welatî, Şêx Sebah El-Ehmed civiya.

Di civînê de nerîn di derbarê dawî pêşhateyên siyasî û guhertinên Iraq û navçeyê de hatin pev guhertin. Herweha ronahî liser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Welatê Kuweytê û çawaniya pêşxistina wan peywendiyan hat xistin. Proseya siyasî ya Iraqê û gavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, tewerek din a wê civînê bû.

Her heman rojê Serok Barzanî û Şanda pê re digel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Kuweytê Şêx Nasir Sebah EL-Ehmed civiya. Di wê civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her dû aliyan hatin gengeşe kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Welatê Kuweytê de, hat kirin.

Dawî wêstgeha seredana Serok Barzanî û şanda pê re ji bo welatê Kuweytê, seredana navenda kultûrî ya Şêx Cabir El-Ehmed û hevdîtin û civîna digel Rêvebirê Giştî yê Sindûqa Kuweytî ya geşepêdana aboriya Erebî bû

 

 

C.B