Amerîka piştevaniya guftûgoyên aveker ên Hewlêr û Bexdayê dike
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert radigihîne, Amerîka dixwaze timî Hewlêr û Bexda hevdîtinan bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert radigihîne, Amerîka dixwaze timî Hewlêr û Bexda hevdîtinan bikin.
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di bersiva pirsa peyamnêra K24ê de derbarê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û civîna wî ligel berpirsên Iraqê de ragihand, ew her dem ligel wê yekê ne, Hewlêr û Bexda bi berdewamî bicivin û guftûgoyên aveker bikin.
Derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re, Heather Nauert got: “Bi wê riyê Iraq dikare bibe yarîzaneke girîng a bazara cîhanê.”
Heather Nauert bersiva peyamnêra K24ê li Washingtonê Laurie Mylroie da û got: “Li gor zanyarên min, rola me di wan guftûgoyan de nebû, lê her dem hanê didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo bicivin û guftûgoyê bikin. Ji wan daxwaz dikin guftûgoyên aveker bikin.”
Tekez kir jî: “Di baweriya me de, Iraq dikare bibe yarîzaneke girîngtir di bazara petrola cîhanê de û ev jî çaverêyî vê yekê dikin. Derbarê data û astê hinaredekirinê de, ew bi me ve ne girêdayî ye, dikarin wê pirsê ji Hikûmeta Iraqê bikin.”
S. B