DAIŞ: Di bombebarana Hevpeymaniyê de dîlên HSDê hatin kuştin
DAIŞê ragihand, di encama bombebarankirina zîndaneke wê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, hejmarek ji dîlên HSDê yên di zîndanên hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê ragihand, di encama bombebarankirina zîndaneke wê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, hejmarek ji dîlên HSDê yên di zîndanên hatin kuştin.
DAIŞê belav kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî zîndaneke wê li gundê Keşme ya nêzîkî Hecînê bombebaran kir û di encamê de hejmarek dîlên HSDê ku di wê zîndanê de girtî bûn hatin kuştin, bêyî ku hejmara wan dîlan aşkere bike.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li ser baregehên DAIŞê li gundê Keşme de, 12 kes hatin kuştin, di nava wan de 5 kesên girtî hebûn.
Mehek e şer û pevçûnên di navbera HSD û DAIŞê de li rojhilatê Dêrazorê bi giranî berdewam e, DAIŞê gelek caran sûde ji rewşa keşûhewayê dît û êrîşên berûvajî dikir, ku bû sedema kuştina bi sedan kes ji her du aliyan.
S. B