Nivîsgeha Nehîştina Tundiya li ser Jinê rastî êrîşeke çekdarî hat

Şeva bûrî li taxa Tûyê Melîk a bajarê Silêmaniyê teqe li nivîsgeha Rojhilat a Nehîştina Tundiya li ser Jinê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî li taxa Tûyê Melîk a bajarê Silêmaniyê teqe li nivîsgeha Rojhilat a Nehîştina Tundiya li ser Jinê hate kirin.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Şeva bûrî li taxa Tûyê Melîk a bajarê Silêmaniyê nivîsgeha Rojhilat a Nehîştina Tundiya li ser Jinê rastî êrîşeke çekdar hat.

Rêvebirê Nivîsgeha Rojhilat Şoreş Elî ji K24ê re ragihand, şeva bûrî demjimêr 12:00 ew hatin agahdarkirin ku teqe li nivîsgeha wan hatiye kirin û wan bi riya kamîreyên çavdêriyê re zanî ku bi çekê RPG û Kalaşnikov êrîş li nivîsgehê hatiye kirin.

Got jî, herçend e ziyanên canî nebû jî, lê ziyanên madî çê bûne û ziyan gihîşt otombîlên nivîsgeh, karmend û cîranên nivîsgehê.

 

 

S. B