Tirkiye: Divê YNK terorîstbûna Tevgera Azadî û PKK binase

Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay dibêje, ew biryara YNKê ya li dijî Tevgera Azadî bi girîng dinirxînin, lê divê YNK biryara xwe bi terorîstbûna PKKê ve girê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay dibêje, ew biryara YNKê ya li dijî Tevgera Azadî bi girîng dinirxînin, lê divê YNK biryara xwe bi terorîstbûna PKKê ve girê bide.

Serkonsolê Tirkiyê got: Heger li Silêmaniyê pirsa terorê çareser bibe, dê pêwedniyên Tirkiye û YNKyê jî bandorek erenî bibîne.

Hakan Karaçay ji rojnamevanan re wiha axivî: “YNK li dijî Tevgera Azadî biryareke rast daye. Divê hinceta biryara YNK terorîstbûna Tevgera Azadî û PKK be. Divê Yekîtî terorîstbûna van rêxistinan ji biryara xwe dûr negire. Heger pirsa terorê çareser bibe dê pêwedniyên me yên dualî jî baş bibin.”

Hêzên asayişê duhî, baregehên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanî ya ser bi PKK ve li Koye û Kelar girtibûn. Asayişa Silêmaniyê jî molet jî ji bo baregeha heman rêxistinê li Silêmaniyê dabû, ta vala bikin.

Her di vê derbarê de, pêr Rêvebirê Moleta Partiyan li Wezareta Navxwe Ebdula Hesen Mizûrî ji K24ê re ragihandibû, li gor yasaya hejmar 17 a sala 1993an ku ji Parlemantoya Kurdistanê derketiye, her partiyek moleta yasayî ji Wezareta Navxwe wernegire, nikare baregehên xwe li Herêma Kurdistanê veke û kar û çalakiyan bike.

  

 

S. B