100 malên Ereb li gundekî Kerkûkê tên bicihkirin
Îro bi piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê 100 malbatên Ereb bo gundê Heft Texar ê li başûrê Kerkûkê hatin bichkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro bi piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê 100 malbatên Ereb bo gundê Heft Texar ê Daqûqê li başûrê Kerkûkê hatin bichkirin.
Di wê derbarê de Parlemanterê Iraqê Cemal Şukrî ji K24ê re ragihand, ew karê hêzên ewlehiyê li Kerkûkê tê kirin, beşek ji hewla erebkirinê ye û heman siyaseta Beisiyan e.
Da zanîn jî, pêwîst e komîteyek lêkolînan ji Bexdayê bo wê navçeyê bê şandin û pêdaçûnê di rastiyan de bike.
Li ser mijara erebkirina Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm berî duhî di hevdîtinekê ligel K24ê de ragihand, rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye û kes nizane kî Kerkûkê birêve dibe. Piştî 16ê Cotmehê proseya erebkirinê dest pê kir û hejmareke mezin ji Ereban li Kerkûkê hat bicihkirin
S. B