DAIŞ êrîşî Polisên Federal kir
Li gundek Daqûq, DAÎŞ êrîşî polîsên federal kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundek Daqûq, DAÎŞ êrîşî polîsên federal kir.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Kerkûkê ragihand, Çekdarên DAÎŞê li gundê Zenqir êrîşî polîsên federal kirin û di encam de Muqedimek bi navê Ehmed Şakir bi giranî brîndar bû ye û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Piştî bûyerên 16ê Oktoberê, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bû ye.
Herweha Artêşa Iraqê û Heşda Şabî jî, bûn e armanca êrîşên DAIŞ.
C.B