KCK: YNK ligor daxwaza Tirkiye tevdigere

Koma Civakên Kurdistanê KCK radigihîne: Yekîtî ji ber gef û zextên Tirkiyê baregehên Tevgera Azadî girtî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê KCK radigihîne: Yekîtî ji ber gef û zextên Tirkiyê baregehên Tevgera Azadî girtî ye.

KCK bi daxûyaniyeke nivîskî dide zanîn ko, ew bi ti awayî biryara Yekîtiyê qebûl nakin û ev biryar dê zirar bide Yekîtiyê.

Yekîti ji ber zext û gefên Tirkiyê biryara girtina baregehên Tevgera Azadî da ye û beramberî fişarên Tirkiyê xwe çemandiye. Biryara Yekîtiyê bi rêbaza Mam Celal re nakok e û ji bo Yekitiyê riya rast rêbaza Mam Celal e. Nabe Yekîtî ji ber zextên hêzên derve, dijî rêxistineke kurdan helwest bigre û dijî wê tevbigere. Ev helwest bi welatparêziyê re nagunc e.

 

 

C.B