HSD serkirdeyek ewlekarî yê DAÎŞ girt

HSDê di daxûyaniya xwe de tekez jî kir, ew berpirsê ewlekarî yê DAÎŞê zêdetirî 40 operasyonên terorî li deverên cuda yên Dêrazorê encam da ye

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD serkirdeyek ewlekarî yê DAÎŞ girt.

Li gorî daxûyaniyeke Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrat HSD, Hêzên wan roja 22ê vê mehê, yek ji berpirsên ewlekarî yên DAÎŞê yê bi navê Osama Aweyid elSalih, ku berpirsê ewlekarî yê wê rêxistinê bû li deverên Dêrazorê û Reqayê, li gundê ElTeana girtine.

HSDê di daxûyaniya xwe de tekez jî kir, ew berpirsê ewlekarî yê DAÎŞê zêdetirî 40 operasyonên terorî li deverên cuda yên Dêrazorê encam da ye.

Operasyona HSD li deverên Dêrazorê berdewam e.

 

 

C.B