Serokê Amerîka yê berê George Bush koça dawiyê kir
Serokê berê yê Amerîka George Bush ê bav îro di temenê 94 saliyê de koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Amerîka George Bush ê bav îro di temenê 94 saliyê de koça dawiyê kir.
Peyvdarê bi navê malbatê, îro nûçeya koça dawiya ya Serokê berê yê Amerîka George Bush ê bav ragihand.
George Bush sala 1924an li wîlayeta Massachusetts jidayik bû û ji sala 1989 ta sala 1993an bo heyama carekê serokê Amerîkayê bû.
George Bush endamekî Partiya Komariyan a Amerîkayê bû, karê siyasî û leşkerî kir, endamê Kongressê bû, balyoz û Rêvebirê Hewlagîriyê jî kiribû.
Di sala 1990ê de û piştî dagîrkirina Kuwêtê ji aliyê Sedam Husên ve, George W. Bush serkirdatiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û artêşa Iraqê ji Kuwêtê derxist.
S. B