Barana zêde alozî li Diyarbekrê peyda kirin

Baran a ku hefteyek e dibare, di kolanên ku xebatên wê yên binerdi bi saxlemî nehatine tekûzkirin de dibe sedema lehiyê û ev yek jî bandora xwe zêdetir li jiyana rojane dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Baran a zêde ya ku di danê sibehê de li Diyarbekirê bariya, ji bo çûnehat a maşînan astengiyan derxist. Li gelek kolanên navendî yên çûnehata bajêr, maşîn di nav avê de man û welatiyên ku di saetên sibehê de di maşînên seferî yên bajêr de bûn, bûn mexdûrên baranê.

Gelek welatiyên ku di maşînan de asê man, ji aliyê tîmên alîkariyê ve hatin derxistin û gelek maşîn jî di bin avê de man û tîmên kar û barên avê û îtfayeyê jî wan maşînên ku di nav avê de mabûn, derxistin.

Baran a ku hefteyek e dibare, di kolanên ku xebatên wê yên binerdi bi saxlemî nehatine tekûzkirin de dibe sedema lehiyê û ev yek jî bandora xwe zêdetir li jiyana rojane dike. Li gorî texmînên Saziya Hewanasiyê; dê hefteyeke din jî hewaya Diyarbekirê bi şilî derbas bibe û pile jî dê di navbera 11 û 16'an de biguhere.

 

 

C.B