YNK posteke wezarî li Bexdayê dixwaze
Civîna Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bidawî hat û endamekî serkirdatiya wê partiyê radigihîne ku 4 pirs hatin guftûgokirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bidawî hat û endamekî serkirdatiya wê partiyê radigihîne ku 4 pirs hatin guftûgokirin.
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê Ferîd Aseserd ragihand, di civînê de 4 pirs bi hûrî hatin guftûgokirin, ew jî, herêm, Kerkûk, Bexda û navxweya YNKê.
Asaserd derbarê dawî helwesta YNKê li ser postên Bexdayê got, YNKê rijd e ku posteke wezarî di hikûmeta Bexdayê de werbigire.
Got jî: “Di civîna Encûmena Serkirdatiyê de behsa kongira YNKê hat kirin, lê di baweriya min de hîna hin pêngav mane, ta ku li ser kongir biryar bê dayîn.”
Îro Encûmena Serkirdatiya YNKê bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl li Silêmaniyê civiya û behsa dawî pêşhatên rewşa siyasî li Kurdistanê Iraqê hatin kirin.
S. B