Putin: Tirkiyê ti pêşketinek li Idlibê nekiriye
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, Tirkiyê ti pêşketinek di rêkeftina Idlibê de nekiriye, divê Tirkiyê rê li ber êrîşên li ser Helebê hatine kirin bigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, Tirkiyê ti pêşketinek di rêkeftina Idlibê de nekiriye, divê Tirkiyê rê li ber êrîşên li ser Helebê hatine kirin bigire.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Argentînê civiyan û di civînê de Putin daxwaz ji Erdogan kir, rêkarên bêhtir bigire ber ji bo çespandina agirbestê li Idlibê û rê li ber êrîşên ku li vê dawiyê li ser Helebê hatine kirin bigire.
Hat ragihandin, Vladimir Putin dilgiraniya xwe ji rewşa Idlibê re nîşan daye û gotiye, Tirkiyê ti pêşketin di rêkeftinê de nekiriye.
Ji aliyê xwe ve, Erdogan daxwaz kir ku lûtkeyeke nû derbarê parêzgeha Idlibê de were lidarxistin û pêşniyaz pêşkêşî Serokê Rûsyayê kiriye.
Roja 17ê Îlona bûrî li Sochi, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsiyê civiyabûn û li ser avakirina deverek bêçek di navbera hêzên hikûmet û opozîsyona Sûriyê de lihev kiribûn.
S. B