Platforma Moskow: Desteya Danûstandinan a Opozisyonê nûnerîtiya me nake

Platforma Moskow radighîne, Desteya Danûstandinan a Opozisyonê nûneratiya wan nake

K24 – Navenda Nûçeyan

Platforma Moskow radighîne, Desteya Danûstandinan a Opozisyonê nûneratiya wan nake.

Ligor medya Rûsyayê, Platfoforma Moskow, ku Qedrî Cemîl serokatiya wê dike, Desteya bilind a danûstandinan a Opozisyona Sûriyê bi wê yekê tometbar kir ku, digel nerîna nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê Jems Jeffri di derbarê Komîteya Destûrê Sûriyê û bidawîkirin a karê hevdîtinên Astana û Soçî ye. Herweha digel nerîna welatên Rojava di derbarê sizayên li ser Sûriyê, jinû avakirin û vegera penaberên Sûriyê ye.

Platforma Moskow herweha Desteya danûstandinan bi piştevaniya êrîşên Hêzên Hevpeyamanan li ser gundewarên Dêrazorê û cudakirina rojhilatê Firatê ji Sûriyê tometbar kir.

Platforma Moskow herweha tekez kir, Desteya danûstandinan di derbarê piştevaniya Amerîka ji Îsrailê re bêdeng bû, û daxwaza derketina hêzên Hizbûllah a Libinanê û yên Îranê ji Sûriyê dike, bê ku daxwaza derketina hêzên Rojavayî bike.

 

 

C.B