Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî li asta serokên welatan li COP31ê hatiye pêşwazîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab hûrgilî û giringiya tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Lûtkeya Navdewletî ya Avûhewayê (COP31) de anî ziman û ragihand ku awayê pêşwazîkirinê û dîdarên Serokê Herêmê ligel serkirdeyên cîhanê nîşanên pêgeha bihêz a siyasî û dîplomasiya Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî ne.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê da xuyakirin ku Lûtkeya Navdewletî ya Avûhewayê (COP31) li ser du pişkan parve bûye; parek pisporî û zanistî ye û para din jî dîdara asta bilind a serkirde û serokên welatan e.
Dilşad Şehab zelal jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekê cuda û li ser vexwandina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî dewlet tevlî wê lûtkeyê bûye, ne ku di çarçoveya şanda giştî ya Îraqê de û di warê protokolê de jî wekî serokê dewletan pêşwaziya wî hatiye kirin.
Navbirî eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya karên lûtkeyê de çend dîdarên giring û çarenûivîssaz ligel serkirdeyên diyar ên cîhanê û deverê kirine; wekî Recep Tayyip Erdogan (Serokkomarê Tirkiyeyê), Ehmed Şera (Serokkomarê Sûriyeyê), Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî (Mîrê Qeterê), Şehbaz Şerîf (Serokwezîrê Pakistanê), António Guterres (Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî), Ursula von der Leyen (Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê), Andrii Sybiha (Wezîrê Derve yê Ukraynayê), Ebas Eraqçî (Wezîrê Derve yê Îranê), Yaşar Guler (Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê) û çend serkirdeyên din.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin jî ku tewerên wan dîdaran li ser du astên serekî parve bûbûn: Asta yekê, girîngîdana navdewletî û Neteweyên Yekbûyî bi pêgeh û rola Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqa federal de bû, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar a deverê de ku di rewşeke aloz re derbaz dibe. Asta duyê jî pêwendiyên herêmî ligel dewletên cîran bûn wekî Tirkiye, Îran û Sûriyê, ku tê de behsa sînorên hevpar, berjewendiyên hevpar ên aborî û dîplomasî, ligel wê rastiyê ku ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û welatên deverê temamkerên hev in û her rûdanek li her aliyekî wan bandoreka rasterast li ser yê din dike.
Di pareke din a gotarên xwe de, Dilşad Şehab bal kişand ser nîqaşkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û got: "Di civînên ligel berpirsên bilind ên Tirkiyeyê de, pirsa birêveçûna proseya aştiyê li wî welatî bi giringî ve hat nîqaşkirin. Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe li ser rola xwe ya çalak û erênî ji bo biserxistin û pêşvebirina vê proseyê berdewam dibe, ji ber ku seqamgirî û aramiyê li Tirkiyeyê dê rengvedaneke erênî ya rasterast li ser Herêma Kurdistanê û deverê hebe. Ev helwesta Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê berpirsên bilind ên Tirkiyeyê ve bi bilindî hat nirxandin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku ev pêşwaziya germ û ev qebareya dîdaran ligel biryarderên bilind ên navdewletî û herêmî destkeftî û piştevaniyeke mezin a siyasî û dîplomatîk e ji bo pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê, û nîşana baweriya civaka navdewletî bi rola hevseng û tenakerane ya Herêma Kurdistanê di rûdanên Rojhilata Navîn de ye.