Amerîka welatiyên xwe yên Iraqê hişyar dike

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê welatiyên xwe hişyar dike, ta serdana Iraqê nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê welatiyên xwe hişyar dike, ta serdana Iraqê nekin û yên li Iraqê jî ji kiryarên teroristî hişyar dike.

Li gor daxuyaniyeke Balyozxaneya Amerîka li Iraqê, ku li ser rûpela xwe ya fermî li tora civakî “Facebook” belav kiriye, ragihand, ji sedema salvegera yekemîn a têkşikandina terorê û serkeftina bi ser DAIŞê de, festival û lîstikên agir li Bexdayê û li navçeya kesk birêve diçin û pêwîst e xelkê Bexdayê agahdar bin.

Balyozxaneya Amerîka daxwaz ji welatiyên xwe dike, di vê heyamê de serdana Bexdayê nekin, heger li Iraqê ne jî, li cihên parastî bimînin û ji derdora xwe agahdar bin.

Îro 10ê Berçile, li Iraqê salek bi ser ragihandina serkeftina li ser DAIŞê re derbas dibe, lê berdewam hişyarî derbarê metirsiyên wê rêxistinê tên dayîn û tê ragihandin, tevgera çekdarên DAIŞê dest pê kiriye.

Li gor raportên medyayî jî, niha DAIŞ di qonaxa rêkxistina rêzên xwe yên wek sala 2014an de ye.

 

S. B