Tirkiye: Rêveberê Polîsê bajarê Rîzeyê hat kuştin
Li gor agahiyên Medya Tirkiyê, kesê êrişkar polîs e û li heman binkeya polis kar kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberê Polîsê bajarê Rîzeyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Li Tirkiyê, Rêveberê Polîsê Rîzeyê, di Avahiya Ewlekariyê de rastî êrişeke çekdarî hat. Di encamê de Rêveberê Polîsê Altug Verdî hat kuştin, du polîsên din jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên Medya Tirkiyê, kesê êrişkar polîs e û li heman binkeya polis kar kiriye. Xwestiye bi egera xwendina wî ya zanîngehê, cedwela wî ya kar bû guherandin û bersîva neyênî wergirtiye. Biser vê yekê, êrîşî rêvebirê polis kiriye û ew kuştiye, herweha 2 polîsên din jî brîndar kirin e. Piştî bûyerê, polîsê kujer hatiye desteserkirin.
C.B