Erdogan: Dê Operasyon dijî Şingal û Mexmûr berdewam bin

Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê dide zanîn ko operasyona Şengalê di serperiştiyariya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Gûler de birêve çûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Fermî ya Tirkiyê eşkere kir, zêdetir ji 20 balafiran beşdarê operasyona Şengal û Mexmûrê bûn e û 30 bingeh hatine armanckirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyê dide zanîn ko operasyona Şengalê di serperiştiyariya Wezîrê Berevaniya Tikriyeyê Hulusî Akar û Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Gûler de birêve çûye û di encama operasyonê de 30 bingeh hatine armanc kirin û ji zêdetir 20 balafir beşdarê operasyonê bûn e.

Ji alî xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Dê operasyonên wan ên dijî Şengal û Mexmûrê berdewam bike.

Erdogan dibêje, Şengal û Mexmûr li ser Tirkiyê gef in û ji ber vê yekê wan operasyoneke asimanî kirin e. Dê operasyonên wan berdewam bikin. Ger Şengal û Mexmûr li ser Tirkiyê gef be, dê bersiva xwe jî werbigre. Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de careke din bang li Amerîkayê jî kir û got, divê Amerîka pabendê soza xwe be û YPG ji Minbice derkeve. Eger na, sebra wan nema ye ew dê dijî Minbicê jî operasyonê bikin.

 

 

 

C.B