Iraq daxwaza rawestandina êrîşên esmanî ji Tirkiyê dike
Cîgirê Serokê Parlemantoya Tirkiyê Beşîr Hedad daxwaz ji Tirkiyê dike, Herêma Kurdistanê bombebarana neke.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Parlemantoya Tirkiyê Beşîr Hedad daxwaz ji Tirkiyê dike, Herêma Kurdistanê bombebarana neke.
Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Cîgirê Serokê Parlemantoya Tirkiyê, Beşîr Hedad di çarçova beşdariya di Kongreya Duyem a Parlemantaran ji bo Qudisê ku li Stenbolê birêve diçe, ligel Serokê Parlemantoya Tirkiyê Binalî Yildirim civiya.
Beşîr Hedad di wê hevdîtinê de behsa bombebarana firokeyên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê kir û ragihand, divê Tirkiyê bi siyaseta xwe ve biçe û bombebaranên xwe rawestîne, ji ber ku welatiyên sivîl dibin qurbanî û herwiha divê Tirkiyê rêzê li xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bigire û êdê sînorê wê nebezîne.
Şeva 13ê vê mehê firokeyên şer ên Tirkiyê Mexmûr û Şingal bombebaran kir û di encamê de 4 welatiyan canê xwe jidest da û kesekî din jî birîndar bû.
Her di vê derbarê de jî, Wezareta Derve yê Iraqê bang li Balyozê Tirkiyeyê Fatîh Yildizî kiribû û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kiribû.
S. B