Opozisyona Tirkiye ji biryara Amerîka bi guman e
Şêwirmendê Koordinasyona Serokatiya Partiya Gel a Komarî (CHP) Erdogan Toprak: "Vekêşana Amerika ji Bakurê Surîyê, bo Tirkiyê dibe Xefikek Çolê be"
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Koordinasyona Serokatiya Partiya Gel a Komarî (CHP) Erdogan Toprak: "Vekêşana Amerika ji Bakurê Surîyê, bo Tirkiyê dibe Xefikek Çolê be".
Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Toprak, diyar dike; "Ev xwevekêşana ji nişkê ve, dibe wek di serdema Osmaniyan de, li dijî Tirkiyê Xefikek Çolê be.
Toprak, bi navê CHPê, Hikûmeta Tirkiyê hişyar dike, da ku nekeve Davên Dewletên xwedan hêz, wek Amerika û Rusya.
Ligorî Koordinatorê Gişti yê Serokatiya CHPê, dibe Amerika û Rusya li ser vê xwevekêşana ji Rojavayê Kurdistanê, lihev kiribin.
Ligorî CHPê, dibe ku di pêşerojê de, Kurdên Suriyê li gel Rusya û Şamê lihev bikin, da ku Artêşa Suriyê bînin ser sînorên Rojavayê Kurdistanê.
C.B