Çavuşoglu: rawestandina Operasyonê nayê wateya betalkirinê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, paşxistina operasyona Rojhelata Firatê, nayê wateya nekirinê

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, paşxistina operasyona Rojhelata Firatê, nayê wateya nekirina Operasyonê û got, divê vekişîna hêzên Amerîkî bi hemahengiya Tirkiye û Amerîka were kirin.

Mewlut Çawîşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê li welatê Maltayê beşdarî bernameya kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, biryara paşxistina operasyona Rojhelatê Firatê di cih de ye. Piştî biryara vekişîna Amerîkayê diviya bû ji bo vekişandinê demek were dayîn.

Da zanîn, ji bo şaşitiyek rû nede û tevliheviyek dernekeve, divê bi hestiyarî tevbigerin û got, biryara paşxistinê nayê wateya betalkirina operasyonên hember YPG, ew di vê warê de bibiryar in.

Çawîşoglu her weha got, divê proseya vekişandina hêzên Amerîkî divê bi hemahengiya Tirkiyê were kirin.

 

 

C.B