“Têkçûna rewşa Sûriyê bandorê rasterast li ser Iraqê dike”
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî radigihîne, têkçûna rewşa ewlehiyê ya Sûriyê bandoreke rastrast li ser ewlehiya Iraqê û navçê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî radigihîne, têkçûna rewşa ewlehiyê ya Sûriyê bandoreke rastrast li ser ewlehiya Iraqê û navçê dike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê belav kir, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê re kir û li ser pirsa vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê axivîn û Mike Pompeo tekez kiriye, Amerîka bi hevkariyên ji bo şerê li dijî DAIŞê û terorê li Iraq û navçeyên din berdewam dibe.
Li gor daxuyaniyê, Mike Pompeo behsa hewlên hikûmeta Iraqê bo parastina ewlehiya Iraqê, rêgirtina li destêwerdana di karûbarên wî welatî û temamkirina pêkanîna kabîneya Ebdilmehdî kiriye.
Di daxuyaniyê de hat jî, Serokwezîrê Iraqê ji Mike Pompeo re gotiye: “Pêşketinên di warê ewlehiyê de û çareserkirina pirsên siyasî yên Sûriyê, pêwendiya wê ya rasterast bi ewlehiya Iraqê û aramiya navçê heye.
S. B