Parlementoya Almanya: Hebûna Tirkiye li Sûriyê dagîrkerî ye

Di rapora Parlamentoya Almanyayê de hat destnîşankirin, hebûna serbazî ya Tirkiyê li Sûriyê li gor pîvanên mafnasiya navnetewî "dagirkerî ye"

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rapora Parlamentoya Almanyayê de hat destnîşankirin, hebûna serbazî ya Tirkiyê li Sûriyê li gor pîvanên mafnasiya navnetewî "dagirkerî ye".

Daîreya Xizmetguzariyên Zanistî ya Parlamentoya Federal a Almanyayê, di derbarê rewşa Sûriyê de raportek bi 9 rûpelan amade kir.

Di raportê de tê destnîşankirin, hebûna Hêzên serbazî yên Tirkiye li bakurê Sûriyê, Efrîn, Ezaz, Elbab û Cerablusê di çarçoveya mafnasiya navnetewî de dagirkerî ye.

Meha Adarê jî heman daîreyê derbarê hebûna Tirkiyê li Sûriyê raportek belav kiribû ku, Tirkiye tu delîlek derbarê gefa hember xwe destnîşan nekiriye û operasyonên Tirkiyê bi mafnasiya navnetewî re nagunc in.

 

 

C.B