Trump serdana Iraqê kir
Serokê Amerîka Donald Trump bo cara yekem ji piştî wergirtina posta Serokatiya Amerîka gihîşt Iraqê û serdana navendeke leşkerî ya Amerîka kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump bo cara yekem ji piştî wergirtina posta Serokatiya Amerîka gihîşt Iraqê û serdana navendeke leşkerî ya Amerîka kir.
Koşka Spî ya Amerîka belav kir, Trump di şeva Christmasê de serdana Iraqê kir û mebesta serdanê hevdîtina leşkerên Iraqê bû.
Di wê serdanê de Trump serdana navenda Amerîkî “Eyn Esed ya Esmanî” li Iraqê kir û derbarê vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê de got: “Ez bawer im gelek kes bi min re ne. Dema wê hatiye ku bi jîrane biramin.”
Serdana Trump û hevjîna wî Melania ji Iraqê re 3 demjimêran berdewam kir û Koşka Spî da zanîn ku Trump di riya vegera bo Washingtonê de dê serdana navenda Amerîkî li Almanya Rammstein bike.
S. B