Erdogan: Demokrasiya temam li Tirkiye heye
Serokomarê Tirkiye dibêje ku: “Tirkiye yek ji wan welatan e ku demokrasiya temam tê bicîhkirin”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye dibêje ku: “Tirkiye yek ji wan welatan e ku demokrasiya temam tê bicîhkirin”.
Di civîna xwe ligel muxtaran de Erdogan got ku, demokrasiya li Tirkiye heyî bi her awayî hatiye bicîhkirin. Herweha anî ziman: “Ev wêneyê vê civînê, ku muxtarên me ji her aliyê welat hatine nîşana wê yekê ye ku, demokrasî bi temamî li Tirkiye kardar e. Lê, hemû kes ji vê yekê tênagihe. Demokrasî li Tirkiye bi temamî hatiye bicîhkirin”.
Di raporên navneteweyî ya azadiyan de Tirkiye jinav 162 welatn di rêza 107an de tê dîtin, herweha Yekîtiya Ewrûpa rexneyên giran li rewşa maf û azadiyan û lawaziya demokrasiyê li Tirkiye dike.
C.B