Çavuşoglu: Hevahengiya Rûsya, Îran û Tirkiye berdewam e
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu: " Rusya Tirkiye û İran ji bo çareserkirina krîza Surîyê ya siyasî, dê dinav hevagengiyê de bîn.."

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu: " Rusya Tirkiye û İran ji bo çareserkirina krîza Surîyê ya siyasî, dê dinav hevagengiyê de bîn.."
Çavuşoglu got: "Jibo ku hemû rêxistinên terorî ji Sûriyê paqijbikîn, em hevdeng in."
Mevlud Çavuşoglu - Wezirê Derve yê Tirkiyê diyarkir:
“Me li gel rayadarên Rusya Kombûnek gelek bi mifa encam da.
Em wek du wezîr, rayadarên hewalgirî, leşkerî ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov kombûn, pêvajoya Astana, Soçi me şirovekir. Taybet hevahengiya me li gel İran û Rûsya, ligorî pêvajoya Tehranê bo Idlibê, baş derbas dibe. Ev hevahengî dê ligel İran û Rusya berdewam bin. Hevkariya me ya li dijî terorê dê bidom e. Ew derdorên dixwezin kombunên me vala derbixin, bila bizanin eger îro Destûra nu ya Sûrîyê tê niqaş kirin, di saya hewildanên Rusya Tırkiyê û İranê de ne. Babeta penaberan gelek giring e, me xwest ji bo vegera penaberên Sûrî dinav hevahengiyê de bîn”.
C.B