Girtî dê nikaribin di Hilbijartinên Şaredariyan de deng bidin
Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, ji bo girtiyên di zîndanan de, biryarek derxist ku dengên xwe nikaribin di hilbijartinên 31ê Adara 2019 an de, bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, ji bo girtiyên di zîndanan de, biryarek derxist ku dengên xwe nikaribin di hilbijartinên 31ê Adara 2019 an de, bidin.
Li gorî medya Tirkiyê, girevên birçîbûnan ku di zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hatine destpê kirin, jibo dengê xwe bikarneynin, biryarek nû derxist.
Konseya Bilind ya Hilbijartinan, her dem rastî rexneyên Opozisyonê tê û wek layangirên Desthilatdariyê tên tawanbar kirin.
Konseya Hilbijartinan, vê care jî, biryarek derxist, da ku girtiyên di zîndanan de, dengê xwe jibo hilbijartinên 31ê Adarê bikar neynin.
Li gorî biryarê, 55 Hezar 574 girtî dê nikaribin dengê xwe di hilbijartinên 31ê Adarê de bikar bîn in.
C.B