Soylu: 700 gerillayên PKK li Tirkiye man e
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, dinav Tirkiyê de bes 700 Gerilayên PKKê man e û di salekê de, 550 hezar kes hatine lêpirsinkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, dinav Tirkiyê de bes 700 Gerilayên PKKê man e û di salekê de, 550 hezar kes hatine lêpirsinkirin.
Suleyman Soylu, di serdana xwe ya bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê de, li gel fermandarên leşkerî, parêzger û rêvebirên ewleyî û asayişê kom bû.
Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê got: Wan gerilayên PKKê, jibili 700 kesan tunekirin e.
Di demek nêz de, dê wan jî, xelas bikin. Ew di nav şerek dijwar de ne.
Wezîr Soylu da zanîn: Wan di sala 2018 an de, 550 Hezar kes girtin e û lêpirsin ligel wan kirin e.
Lê Konseya Rêveber ya KCKê, duhî dabû zanîn: "Hikûmeta AKPê bi van gotinan bes gelê xwe dixepîne, Şerê wan ji her demê berfirehtir bûye."
C.B