Serok Barzanî: Erkê civaka navdewletî ye sînorê ji kêşe û tundûtûjî û teror re deyne

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sala nû peyamek arasteyî gelê Kurd û gelê Kurdistanê kir û hêvî xwast guhartinên nû bibin sedema baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sala nû peyamek arasteyî gelê Kurd û gelê Kurdistanê kir û hêvî xwast guhartinên nû bibin sedema baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û got: “Pêwîste hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku navçeya me êdî nikare berevaniya wan hemû kêşe, tundûtûjî, teror, tundî û nearamiyê bike û erkê civaka navdewletî ye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê tixûb û sînorekê ji bo wan nearamîxwaziyê deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.

Serok Barzanî di peyama xwe de spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê dike ku di salên derbasbûyî de rûbirûyî gefên terorê û dorpêçê bûne.

Serok Barzanî daxwaza aştiyê û yekîtiya aliyên Kurd dike û hêvîxwaz e ku pêşhatên Sûriye nebin sedema êş û koçberbûna zêdetirê gelê Kurd li Sûriye.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi helkefta serê sala nû, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û zêdetir pêşketina gelê me, destpêka qonaxeke nû bê.

Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku li salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li beranber gef û teror û abluqeyê de rawestiyan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane bi hemû cîhanê gihandin û li ser plan û hezên neyaran de jî biser ketin.

Niha gelê me di qonaxeke nû de ye û pêwîstî bi parastina destkeftan û bihêzbûn û geşbûnê ye, ew jî ji bo gihîştina armancên bilind û wan bihayên bilindên ku gelê me dehan salan bi wê navê xebatê kiriye û qurbaniyê daye. Di meha Eylûla derbasbûyî de jî gelê Kurdistanê di mumareseyekî demokratiyane de daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistaneke bihêz dûpat kir û pêwîst e ew xwest û baweriya gel li çarçêweya hikûmeteke çalak û bihêz de bê bicîhkirin.

Bi dirêjahiya xebata xwe ya gelê Kurdistanê de herdem alîgirê rêkarên aştiyane û diyalogê bûye û niha jî wê dûpat dikin ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên me yên li gel Bexda bijardeya diyalog û hevdu têgihiştinê li ber digrîn.

Li vir bi derfet dizanim ku di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye dilgiraniya xwe rabigihînim, hêvîdar im pêşhatên Sûriye û ew guhertinên li wir da dibin, nebin sedema êş û koçberbûna zêdetirê gelê Kurd li Sûriye. Bi piştrastiyê ve hebûna tundutîjî û înkarkirin, wan kêşeyên ku niha heye gelek kûrtir dike.

Pêwîst e hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku navçeya me êdî nikare berevaniya wan hemû kêşe, tundutîjî, teror, tundî û nearamiyê bike û erkê civaka navdewletî ye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê tixûb û sînorekê ji bo wan nearamîxwaziyê deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.

Di sala nû de bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me bi hêztir bibe û hêviya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî

31.12.2018

 

 

Fly Erbil Advertisment