Pirsa vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê germ dibe

Li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, Parlemantoya Iraqê hewl dide mêvandariya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, Parlemantoya Iraqê hewl dide mêvandariya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî bike.

Parlemanterê ji Hevpeymaniya Çaksazî a Iraqê Ebas Ilêwî ragihand, derbarê hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, Parlemanto hewl dide mêvandariya Serokwezîr Adil Ebdilmehdî bike.

Pêştir Adil Ebdilmehdî hebûna binkeyên leşkerî yên Amerîka li Iraqê red kiribû, lê Encûmena Parêzgeha Enbarê tekezî li ser hebûna wan binkeyan kiribû û gotinên Ebdilmehdî red kiribû.

Ev di demekê de ye, hejmarek ji parlemanterên Iraqê îmze kom kirine ji bo guftûgo li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê li parlemantoyê bê guftûgokirin û daxwaz ji Amerîka bikin da ku hêzên xwe ji wî welatî vekişîne.  

 

S. B