Tirkiye: Dewlemend ji welatê xwe direvin
Egera vê yekê jî, metirsiya aborî, ewleyî û rewşa li Tirkiye dibînin. Pêşerojek ewle ji sermiyanê xwe re nabînin

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Vekolîna Koçberiya Global ya Navnetewî, vekolînek di derbarê koçberiya dewlemendan a Tirkiyê de, weşandiye.
Ligor nûçeya NewYork Times, ji roja Komara Tirkiyê hatiye avakirin heta niha, ewqas dewlemend, ji Tirkiyê nerevîn e.
Ligor Saziya Jimêryariya Tirkiyê jî, di sala 2018an de, koçberiya civakê ji sedî 42 zêdekirîye û 253 Hezar 640 kesan, ji Tirkiyê koç kirin e.
Herweha tê ragihandin ku, gelek ji dewlemendên Tirkiye, hevwelatiya hin welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa girtin e. Egera vê yekê jî, metirsiya aborî, ewleyî û rewşa li Tirkiye dibînin. Pêşerojek ewle ji sermiyanê xwe re nabînin…
C.B