Tirkiye ji daxûyaniya Pompeo dilgiran e

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo duhî ji kanal a nûçeyî ya Amerikî Newsmax re ragihandibû ku: “Amerika kar dike ku Tirkiye nekaribe Kurdan qetl bike”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo duhî ji kanal a nûçeyî ya Amerikî Newsmax re ragihandibû ku: “Amerika kar dike ku Tirkiye nekaribe Kurdan qetl bike”.

Wezareta derve ya Tirkiye  bi tundî ev daxûyaniyên Pompeo redkir û rexne li Wezîrê derve yê Amerika girt: “Wezîrê derve yê Amerika duhî di hevpeyvînek dayî malperek nûçeyî ya internetî de girêdayî welatê me (Tirkiye) gotinên gelek giran anîne ziman. Wekî naverok, wekî  ûslib em vê daxûyaniyê red dikin. Wezîr rêxistina terorî PYD/YPG bi Kurdan re wekî yek tişt aniye ziman, ger ev yek ne bi mebest be, kêmasiyên zanyariyan ên mezin hene”.

Daxûyaniyên Wezareta derve ya Tirkiye ji alî pisporan ve weha tên nirxandin ku, pêvajoyek nû ya alozbûna pêwendiyan di navbeyna Enqere û Waşingtonê de xûya dike.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment