Logoglu: Vekişîna Amerîka nayê wateya erêkirina operasyona rojhilatê Firatê
Balyozê berê yê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê dibêje, heger şerê li dijî DAIŞê biser nekeve, Amerîka û Ewropa dê Tirkiyê berpirsiyar bigirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê berê yê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê dibêje, heger şerê li dijî DAIŞê biser nekeve, Amerîka û Ewropa dê Tirkiyê berpirsiyar bigirin.
Balyozê berê yê Tirkiyê li Amerîka Faruk Logoglu ji medyaya Tirkiyê re ragihand, vekişîna Amerîkayê nayê wê wateyê ku Amerîka dest ji Sûriyê berdaye. Di warê siyasî û dîplomatîk de giraniya Amerîkayê dê berdewam bike.
Herwiha got, vekişîna Amerîkayê nayê wateya erêkirina operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê jî. Amerîka bi vekişîna xwe barê Tirkiyê sivik nekiriye, belkû girantir kiriye û Tirkiye erkê şerê DAÎŞê girtiye ser xwe. Heger biser nekeve Amerîka û Ewropa dê ji êrîşên terorî yên DAIŞê, Tirkiyê berpirsiyar bigirin.
Dema Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê da, got Tirkiye dê şerê DAIŞê li Sûriyê bike, lê li gor kovara Amerîkî “Foreign Policy” erkdarkirina Tirkiyê bi wê erkê ne di cihê xwe de ye, ji ber ku Tirkiye Kurdan wek dijminê xwe yê sereke dibîne.
Ew kavara Amerîkî dibêje, nexşeya siyasî û û leşkerî li Rojhilatê Navîn gelekî aloz e. Dijminê dijmin wek heval tê dîtin, ev jî tê wateya ku Enqere sûdê ji DAIŞê dibîne.
S. B