Ayhan Bîlgen: Ger CHP û IYI Partî biser neketin bila HDPê tometbar nekin

Cîgirê Serokê Grûpa HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bilgen dibêje, ev helbijartin pêwist e li gorî daxwazên gel bê encamdan, eger na nabe HDP were tawambar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Grûpa HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bilgen dibêje, ev helbijartin pêwist e li gorî daxwazên gel bê encamdan, eger na nabe HDP were tawambar kirin.

Ayhan Bilge di derbarê hilbijartinên şaredariyan de daxuyaniyek da û got: Di van hilbijartinan de nabe tenê dengên çepgiran were berçavgirtin, heger tenê çav li van dengan be, dê oposizyon xwe jî winda bike.

Cîgirê Serokê Grûpa HDPê wiha axivî: “Li Bakurê Kurdistan ligel Partiyên Kurdistanî, li Rojavayê Tirkiyê jî ew dê piştgiriya demokratxwazan bikin.”

Ayhan Bilgen bal kişand ser siyaseta CHP û IYI Partiyê got: “Ev oposizyon li hinek bajaran nikarin biser bikevin, kilîta serkeftinê di destê dengdêrên HDPê de ye. Ger ew daxwazên dengdêrên me berçav neyên girtin, emê dengan nedin wan.”

 

S. B