Pompeo li Iraqê: Îran gef e
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî û çend berpirsên din ên Iraqê serdana xwe bidawî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî û çend berpirsên din ên Iraqê serdana xwe bidawî kir.
Li gor ajansa “Reuters” Mike Pompeo jib o dilniyabûnê derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê bide leşkerên welatê xwe li Iraqê û berpirsên Iraqê serdana Iraqê kir û hişyarî derbarê Îranê de dan û Îran bi gefa ewlehiyê li herêmê binav kir.
Pompeo li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî û Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiya.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ku di serdanekê bo hejmarek welatên Rojahilata Navîn de ye, lê di nexşeya wî de serdana bo Iraqê nehatibû ragihandin.
Ji bo pêşwazîkirina li Mike Pompeo tedbîrên ewlehiyê yên tund li derdora “Navçeya Kesk” a Bexdayê de hatin girtin.
S. B