Parlemantarekî Siwîsrî: Tirkiye zeyta Efrînê didize û difiroşe Ewropa
Parlemantarekî Siwîsrî hikûmeta Tirkiyê tometbar dike, ku zeyta Efrînê didize û piştre wek berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantarekî Siwîsrî hikûmeta Tirkiyê tometbar dike, ku zeyta Efrînê didize û piştre wek berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşe.
Rojnameya “The Telegraph” a Brîtanî di raportekê de belav kir, Parlemanterê Siwêsrî Bernhard Guhl Hikûmeta Tirkiyê tometbar kiriye ku zeyta zeytûnan ji Sûriyê didize û wê wek ku berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşe û bi buhaya wê zeytê mîlîşyayên çekdar ên Sûrî yê di bin siya Enqerê de ne biçek dike.
Wî parlemanterê Siwîsrî got: “Hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve zeyta Efrînê ya ku dagîr kirine didize û wê zeytê difiroşe Ispanyayê. Tê pêşbînîkirin proseya dizîna zeytê berdewam bike û ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê jî bê firotan.”
Tirkiye ji dahata zeyta Efrînê mîlîşyayên çekdar biçek dike
Ji aliyekî din ve, rojnameya “Publico” a Ispanî belav kir, “Hikûmeta Tirkiyê bi riya hin kompanyayan zeyta ku ji deverên Kurdan tê birin, hinaredeya Ispanyayê dike.”
Wê rojnameya Ispanî aşkere kir, Zeyta ku ji li Sûriyê (Efrîn) tê berhemanîn, li Tirkiyê tevlî zeyteke din a Tirkî dibe û piştre hinarde bazara Yekîtiya Ewropayê dibe.
Herwiha li gor amarên rojnameya ““Publico”, zeyta Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dizîn, ya di sala bûrî de li Ispanyayê hatiye firotan gihîşt dora 70 milyon Euro û jê 17 milyon Euro ji bo biçekirina mîlîşyayên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve hatiye terzankirin.
Mikurhatina Tirkiyê
Ji aliyekî din ve, medyaya Tirkiyê daxuyaniyeke Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê Bekir Pakdemirli belav kiribû, tê de tekez kir ku Hikûmeta Tirkiyê plan dike dest deyne ser berhema zeyta zeytûnan a Efrînê, ji bo ku nekeve destê hêzên Kurdî.
Her di çarçova dizîna zeyta Efrînê de, Endamê Birêvebir ê Desteya Neteweyî ya Zeytûn û Zeytê (UZZK) ê Tirkiye Murat Narîn di meha Mijdara 2018an de da zanîn: “Tê gotin 50 hezar ton zeyt bi qaçaxî ji Suriye / Efrînê ketiye Tirkiye û vê yekê bazara zeytê li Tirkiye têk daye.”
Herwiha Murat Narîn rexne li Hikûmeta Tirkiyê girtibû û gotibû: ““Di rewşa şer de kî ne yên ku vê zeytê ji Sûriye tînin? Bê bac, bê dokument, bi çi rêyan dikeve Tirkiye? Dibêjin 50 hezar ton zeyt hatiye nav bazara Tirkiye. Ev dike 2500 bargîlgir zeyt, çawa dikare ewqas zeyt derbasî Tirkiye bibe? Deriyên sînorî yên Tirkiye rê didin? Parastina sînorî rê dide? qanûn-yasa nîn e?”
Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve di 18 Adara 2018an de Efrîn dagîr kirin û ji bilî binpêkirinên mirovî, dizî û talanê, dest danîne bi sed hezaran darên zeytûnê yên xelkê Efrînê, car caran jî çekdar bi zorê çekan dikevin guvaşgehên zeytûnan û tenekeyên zeytê yên xelkê didizin.
S. B