Turk: HDP siyaseta Partiyek Tirkiyeyî birêve dibe

Ahmet Turk destnîşankir ku, neheqiyek e ger bê gotin, HDP ne Partiyek Tirkiyeyî ye. HDP siyaseta Partiyek Tirkiyeyî birêve dibe

K24 - Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Ahmet Turk eşkere dike: Ew dixwazin piştgirî bidin CHPyê, lê CHP red dike.

Namzetê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk banga hevdîtina Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokên HDPyê dike û dibêje: Kemal Kiliçdaroglu çawa digel Seroka Iyi-Partiyê kom dibe divê digel Hevserokên HDPyê jî kom bibe. Ew dixwazin piştgirî bidin CHPyê lê CHP red dike. Ew dikarin li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Edeneyê piştgiriya CHPyê bikin. Dengê wan ên li van bajaran dikare encama hilbijartinê bigûherîne.

Ahmet Turk û Kemal Kiliçdaroglu berî niha 2 mehan hatibûn ba hev.

Ahmet Turk destnîşankir ku, neheqiyek e ger bê gotin, HDP ne Partiyek Tirkiyeyî ye. HDP siyaseta Partiyek Tirkiyeyî birêve dibe.

Turk got: “Ger hûn li Stenbolê temaşe bikin, li Stenbolê ji 12 parlementeran me 11 parlementerî dan dostên xwe, tenê 1 parlementer Kurd e”.

 

 

C.B