CHP: Bila Tirkiye ligel Sûriye pêwendiyan asayî bike
Partiya Komarî ya Gel CHP bang li hikûmeta Tirkiyê dike, ko pêwendiyê digel hikûmeta Suriyê deyne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Komarî ya Gel CHP bang li hikûmeta Tirkiyê dike, ko pêwendî digel hikûmeta Suriyê deyne.
Berpirsê pêwendiyên derve yê CHPyê Ûnal Çevîkoz liser teqîna Minbicê daxûyaniyek belav kir. Unal Çevîkoz dibêje, teqîna Minbicê nîşan dide, ko DAÎŞê liser sînorê Tirkiyê xurt e. Ji bo aşitî û aramiya Suriyê divê hikûmeta Tirkiyê digel hikûmeta Suriyê pêwendiyek watedar deyne. Divê Tirkiye cîrantiya xwe bi Suriyê re baş bike û xwe ji gavên dijî hikûqa navnetewî dûr bigre.
C.B