HRW: Tirkiye welatek ne dadperwer e

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Navnetewî, rapora xwe ya Cîhanê ya Sala 2019an, eşkere kir û Tirkiye yek ji welatên sereke yên ne dadperwer binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Navnetewî, rapora xwe ya Cîhanê ya Sala 2019an, eşkere kir û Tirkiye yek ji welatên sereke yên ne dadperwer binav kir.

Ligor rapora Human Rights Watch, Tirkiye jî dinav de, rewşa 100 welatan a binpêkirinên mafên mirovan, jiber çavan derbas kirin e.

Di raporê de, diyar dibe: Li Tirkiye di bin desthilata Erdogan de, zordarî, girtin, binçavkirin û îşkence, bênavber berdewam e.

Dîrektorê Giştî yê HRWê  Kenneth Roth da zanîn: Di hilbijartinên Hezîran a 2018an ên Serokomariyê de, Namzetek  Serokomariyê di  zîndanê  de bû û hilbijartin hatin kirin.

Di dawiya Raporê de tê diyar kirin: Li Tirkiyê dadgeh ne  serbixwe ne, endamên Oposizyonê ya ku desthilatê  rexne dike, bi hecatên bê wate ve, tên zîndankirin.

 

 

C.B