Teqîn li Kerkûkê
Otombêleke bombekirî li xaleke pişkinînê ya Hêzên Emnî yên Iraqê li nahiya Ryaz li başûrê Kerkûkê teqiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Otombêleke bombekirî li xaleke pişkinînê ya Hêzên Emnî yên Iraqê li nahiya Ryaz li başûrê Kerkûkê teqiya.
Çavkaniyek emnî ji parêzgeha Kerkûkê ji Kurdistan24re ragihand, îro piştî nîvro li derwazeya nahiya Ryaz li başûrê Kerkûkê otombêlek bombekirî ku xwekûjek tê de bû, xwe li xalek pişkinînê ya Hêzên Polîsên Federal teqand, û ligor amarên destpêkî polîsek hat kuştin û hejmarek din jî, brîndar bûn.
Piştî 16ê Oktoberê û dagîrkirina Kerkûkê, ewleyiya deverê ketiye metirsiyê de û Hêzên Iraqê nikarin aramî û ewleyiya deverê biparêzin.
C.B