Jeffrey li Enqere ligel Akar civiya
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê bi Nûnerê Taybet yê Amerîkayê James Jeffrey re civiya û xwest gavek zûtir nexşerêya Minbicê temam bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê bi Nûnerê Taybet yê Amerîkayê James Jeffrey re civiya û xwest gavek zûtir nexşerêya Minbicê temam bibe.
Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey bi armanca gotubêjkirina rewşa Sûriyê serdana Enqerê kir û ji hêla Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civînê wezareta Berevanî ya Tirkiyê da xuyakirin, ji Jeffrey re hatiye gotin, divê Amerîka pêwendiya xwe bi YPG re dawî bike û nexşerêya Minbicê gavek zûtir cîbicî bike.
Di civînê de Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler jî amade bû û tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê hatiye kirin û Akar daye xuyakirin, ew di krîza Sûriyê de dixwazin bi hev re kar bikin.
C.B