“Heşda Şeibî petrola Neynewayê ji xwe re difiroşe”

Parlemanterkî Iraqê yê parêzgeha Neynewayê dibêje, tanakirina petrola Geyara ya li parêzgeha Neynewayê berdewam e û pêwîst e petrola Iraqê ji destê wan gûrpan bê rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterkî Iraqê yê parêzgeha Neynewayê dibêje, tanakirina petrola Geyara ya li parêzgeha Neynewayê berdewam e û pêwîst e petrola Iraqê ji destê wan gûrpan bê rizgarkirin.

Parlemanter Ehmed Cibûrî dibêje, zêdetir ji 72 kêlgehên navçeya Geyara hene, pêştir di destê çekdarên DAIŞê de bûn û xwe re difirotin, piştî rizgarkirina Mûsilê jî, gûrên çekdar rojane 100 tankerên petrolê ji bo berjewendiyên xwe difiroşin.

Ehmed Cibûrî ji rojnameya “aawsat” ra ragihand, ew dizîna petrolê ro nîvro û bi agahdariya hikûmetê tê kirin, hikûmeta berê ya Heyder Ebadî û hikûmeta niha ya Adil Ebdilmehdî jî agahdar in, bêyî ku karibin karekî bikin.

Derbarê aliyê ku petrola Neynewayê talan dike, ew Parlemantarê Iraqî dibêje: “Petrola tê dizîn diçe Bêcî û piştre Mexmûr û piştre digihe Besrayê û ji bendaran ve diçe derve.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl El-Nuceyfî ew dizî ji wê rojnameyê re piştrast kir û got: “Hin aliyên çekdar yên dibêjin ku parastina wan bîrên petrolê dikin rê nadin ti kesek destêwerdanê di karê wan de bike û dizîna petrolê li wan navçeyan berdewam e.”

 

S. B