Erdogan: Li herêmê lîstokên veşartî hene

Erdogan: Li herêmê lîstikeke pir kûr heye, ne tenê pirsgirêka Sûriye, Iraq û DAIŞ e. Hesab û armancên kûr û berfireh hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, amadekariyên operasyonê temam kirine, li benda encamên dîplomasiyê ne, eger encam negrin dê şevek ji nişka ve bikevin rojavayê Kurdistanê.

Erdogan, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Şaredarî yên partiya xwe de, li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê axivî û careke din balkişand ser rêkeftina Edeneyê ya sala 1998 û got, rêkeftin berdewam dike.

Da xuyakirin, li herêmê lîstikeke pir kûr heye, ne tenê pirsgirêka Sûriye, Iraq û DAIŞ e. hesab û armancên kûr û berfireh hene.

Erdogan got, ew girîngî didin çareseriyên siyasî û dîplomasî. Lê bi operasyonên mertala Feratê û Şaxê Zeytûnê jî nîşan dane ku dikarin operasyonên leşkerî jî bikin. Eger ku ji helwestên dîplomatîk encam neye girtin, ewê şevek ji nişka ve dest bi operasyonê bikin.

 

 

C.B