Li ser bûyerên Şêladizê Wezareta Derve ya Iraqê banghêşta balyozê Tirkiyê dike

Li ser bûyerên Şêladizê, Wezareta Derve ya Iraqê bi niyaza benghêşta Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike û nerazîbûna xwe li ser wê bûyerê pê rabigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser bûyerên Şêladizê, Wezareta Derve ya Iraqê bi niyaza benghêşta Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike û nerazîbûna xwe li ser wê bûyerê pê rabigihîne.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de bûyerên li navçeya Şêladizê ya Duhokê şermezar kir û aşkere kir, ew bi niyaz e banghêşta Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatîh Yildiza bike û nerazîbûna xwe li ser wê bûyerê pê rabigihîne.

Di daxuyaniyê de hat, “Wezaret kiryarên hêzên Tirkiye şermezar dike, ku gule bi ser sivîlan li Şêladiz û Komelgeha Sibriyê ya Amêdiyê berdan û kesek bû qurbanî û hejmarek jî birîndar bûn, piştre jî firokeyên Tirkiyê nizim di ser welatiyan re firîn û tirs xiste dilê welatiyan.”

Wezareta Derve ya Iraqê got: “Serweriya Iraqê û ewlehiya welatiyên wê di pileya yekem de tê û ji erkê hikûmeta Iraqê ye. Her destdirêjiyekê li ser ewlehiya Iraqê û serweriya wê, yan bikaranîna xaka wê ji bo êrîşa li ser ewlehiya welatên cîran jî şermezar dikin.”

Piştî ku li navçeya Şêladizê ya ser bi qeza Amêdiyê ve xwepêşandanek ji bo şermezarkirina kuştina welatiyên sivîl ji aliyê Tirkiyê ve derket û daxwaz ji artêşt Tirkiye û hêzên PKK kirin ku ji navçeyên wan dûrkevin û şerê xwe bibin derveyî navçeyên wan, êdî xelkê sivîl ê navçeyê nebe qurbanî. Lê di encamê de xwepêşanderek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Hejmarek ji xwepêşanderan arasteya xwepîşandanê guhert û çûn e ser binkeyek serbazî ya Sûpayê Tirkiye û hin otombêlên serbazî şewitandin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment