Diyarbekir.. Bilindbûna nirxê Dolarê bandor li rojnameyên herêmî kir

Li Diyarbekirê rêveberên 9 rojnameyên herêmî bi biryareke hevpar ragihandin ku dê êdî rojên yekşemê rojnameyên xwe çap nekin. Sedema vê yekê jî wek derfetên aboriyê û bihabûna nirxên qaxizan tê nişandan. Rêveberên rojnameyan bang li saziya fermî ya çapemeniyê dikin ku li wan xwe were derketin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê rêveberên 9 rojnameyên herêmî bi biryareke hevpar ragihandin ku dê êdî rojên yekşemê rojnameyên xwe çap nekin. Sedema vê yekê jî wek derfetên aboriyê û bihabûna nirxên qaxizan tê nişandan. Rêveberên rojnameyan bang li saziya fermî ya çapemeniyê dikin ku li wan xwe were derketin.

Li Diyarbekirê rojên yekşemê dê êdî rojnameyên herêmî neyên çapkirin. Ev biryar ji aliyê 9 rojnameyên herêmî yên Diyarbekirê ve hat ragihandin. Sedema vê biryarê jî ew e ku rêveberên rojnameyan amaje dikin ku bi bilindbûna nirxên dolar bihayê qaxizan jî bilind bû û vê yekê jî bandoreke neyînî li ser lêçûnên rojnameyan kir. Cîgirê Serokê Komeleya Medyaya Herêmî Ercan Akar tîne zimên ku bandorên qeyrana aboriyê ya 2018ê hîn jî didomin û wan ji neçarî biryareke wiha standî ye.

Serokê Komeleya Medyaya Herêmî Ercan Akar ji K24ê re got: "Li Tirkiyeyê hilberîna qaxizan tine ye û ji dervê tê kirîn. Dema ji derve were kirîn jî bi dolaran tê kirîn. Piştî ku nirxê dolar bilind bû pakêtek qaxiz ji 50 lîreyî derket 100-150 lîreyî. Dema wiha be jî lêçûna me zêde dibe. Ji xwe saziya çapemeniyê ya fermî dibêje eger hun rojane ji 500î kêmtir rojname çapbikin ez ê îlanên fermî nedim rojnameyê û dahata me jî ziwa dibe."

Bi berzbûna lêçûnên rojnameyan, gelek rojname hatine wê astê ku xebatkarên xwe jî ji neçarî ji kar derbixin. Li gorî pîvanên Saziya Fermî Ya Çapemeniyê divê di rojnameyên herêmî de herî kêm 6 xebatkar hebin. Rêveberê rojnameyek herêmî li Diyarbekirê Mesût Fîgançîçek dibêje wan hijmara rupelên xwe kêm kirine û tenê rengên reş û sipî bi kar tînin û bi vê yeke tasarrûfê dikin.

Rêveberê Rojnameyeke Herêmî Mesût Fîgançîçek dibêje: "Saziya Fermî Ya Çapemeniyê ji me re got ku divê hun xebatkarek derbixin. Lê me wisa nekir, me hijmara çapan kêm kir û berê me bireng rupelên xwe çap dikir û niha tenê renge reş û spî bi kar tînin."

Li Diyarbekirê rojane herî kêm 3 hezar û 600 rojnameyên herêmî  tên çapkirin û kêmzêde derdora 3 hezarî rojname tên firoştin. Rojnameyek jî bi 25 kurûş an jî 50 kurûşan tê firotin û lêçûna rojnemeyekê jî 15 kurûş e. Rêveberên rojnameyên herêmî bang dikin qet nebe bila di warê bacê de ji bo rojnameyên herêmî şert û merc werin başkirin da ku rojnamegeriya herêmî li Diyarbekirê bikare hebûna xwe biparêze.