Bolton û Kalin liser Sûriye axifin
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton bi rêya telefonê li ser navçeya aram û rewşa Sûriyê axivîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton bi rêya telefonê li ser navçeya aram û rewşa Sûriyê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonê de, Bolton û Kalin li ser pêşveçûnên dawî yên Sûriyê axivîn. Hat ragehandin, hemahengiya aliyan ji bo proseya vekişandina hêzên Amerîkî berdewam dike û ji bo dirustkirina navçeya aram jî her du alî di nav pêwendiyê de ne.
Her weha derbarê cîbicîkirina nexşerêya Minbicê de jî, nêrîna aliyan wek hev e. Aliyan di têkoşîna dijîterorê de behsa girîngiya hevkariya Tirkiyê û Amerîkayê kirin e.
Hat destnîşankirin, serdana Trump a bo Tirkiyê û plankirina vê serdanê jî ji pêwendiya Bolton û Kalin de hatiye rojevê.
C.B