Partiyên bakurê Kurdistanê Rêkeftina Edeneyê dinirxînin
Partiyên Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku armanc êrîşa statuya Kurd e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê karvedanên pêşniyaza Rûsya ya zîndikirina Peymana Edeneyê didomin. Li gorî peymanê divê Enqere û Şam rasterast dest bi hevdîtinan bikin û sînorên xwe bi awayeke hevpar biparêzin. Lê belê Serok û Rêvebirên partiyên Kurdistanî dibêjin, ev peyman li dijî destkeftiyê Kurdan e û Tirkiye bi vê peymanê dixwaze ji xwe re hinceteke rewa peyda bike da ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Partiyên Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku armanc êrîşa statuya Kurd e. Dagîrkerên Kurdistanê liser dijberiya Kurdistanê dikarin bigihin hevdengiyê.
C.B