Civîneke “metirsîdar” ya Amerîkî - Iraqî aşkere dibe
Amerîka di 24 demjimêrêm bûrî de sê zanyariyên stratejîk derbarê çalakiyên mîlîşyayên Iraqî yên alîgirê Îranê li nava xaka Sûriyê dan berpirsên Bexdayê û daxwaz jê kir bilez tevbigire da ku van mîlîşyayan rawestîne û çek jê bistîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka di 24 demjimêrêm bûrî de sê zanyariyên stratejîk derbarê çalakiyên mîlîşyayên Iraqî yên alîgirê Îranê li nava xaka Sûriyê dan berpirsên Bexdayê û daxwaz jê kir bilez tevbigire da ku van mîlîşyayan rawestîne û çek jê bistîne.
Rojnameya “Okaz” a Siûdî ji jêderên bawerpêkirî belav, berpirsên Amerîkî duhî zanyarî dan berpirsên Iraqê ku mîlîşyayên Iraqî hewl didin ji nava xaka Sûriyê ve bi mûşekên ku ji Hizbulaha Libnanî wergirtine êrîşî Îsraîlê bikin.
Zanyariya duyem jî behsa çalakiyên leşkerî yên bi Supaya Pasdarên Îranê ve diçin dikin, dixwazin li desta Neynewayê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.
Zanyariya sêyem jî her du zanyariyên yekem û duyem rave dikin, ku hewlên Îranî bi riya mîlîşyaya Hizbulaha Libnanî re hene bi bihaneya şerê li dijî terorê û rûbirûbûna Îsraîlê berîkeke leşkerî ya hertimî damezrîne, ku Balyozê Amerîka li Bexdayê Douglas Silliman li ser wê yekê got, dibe ku ew bi ezmûna Hizbulah Lebnanî li başûrê Libnanê ve biçe.
Wê rojnameyê da zanîn, ev zanyariyên Amerîkî ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re bi riya Balyozê Amerîka li Bexdayê Douglas Silliman hatin dan, ku duhî erkê wî wek Balyozê Amerîka bidawî hat û herwiha dema gihandina wan zanyariyan jî, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî James Ceffrey û Cîgirê Wezîrê Derve Amerîka bo karûbarên Îran û Iraqê Andrew Peek amade bûn.
Jêderên wê rojnameyê got, berpirsên Amerîkî “zengilê hişyariyê” ji serkirdatiya Iraqê re lêda, heger Îsraîl ji aliyê wan mîlîşyayên Iraqî ve armanckirin, Washington nikare rê li ber ti bersiveke Îsraîlê bigire.
Herwiha jêderan aşkere kir jî, ev hişyariya Amerîkî nîşana wê yekê dide, heger çi hêzeke Amerîkî li Iraqê ji aliyê wan mîlşyayan ve bê armanckirin, hêzên Amerîkî dê bi wan bombebaran bike.
Rojnameya Okaz amaje bi wê yekê jî kir, berpirsên Amerîkî daxwaz ji Iraqê kir, çekên 67 mîlîşyayên Iraqî yên alîgirê Îranê jê bistîne.
S. B